Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Û Îran: Dîyalog yan jî Bêdengiya Berî Bagerê?


Dr. Ebdulhekîm Xesro
Dr. Ebdulhekîm Xesro

Serokê Amerîka Donald Trump doh roja Duşemê dema di serdanekê de li Tokyo bû got, em hewilnadin rejîma Îranê biguherînin, tiştê bi zelalî dixwazin tenê ewe, em nahêlin Îranê bibe xwedî çekê navokî".

Îro Sêşemê, rojekê piştî daxûyaniyên Trump, wezareta derve ya Îranê ragihand ku ew naxwazin li gel Amerîka bikevin di danûstendinan de.

Zêdetirî hefteyekê nakokî di navbera Amerîka û Îranê de zêde dibin, roja Înê jî serokê Amerîka dabû zanîn ku li gor daxwaza leşkeran1500 leşkerên Amerîkî dê ji bo herêma Rojhilata Navîn êne hinartin, berî niha jî keştiyên cengê yên firok helgir giha bûn avên li kendav û derya Erebî.

Çavdêr weha didin xûyakirin ku şerek li herêmê biqewime dê aloziyên gelek mezin bi xwe re bîne, hinartina keştiyên cengê û serbazên zêde weke amadekariyên şerekî li herêmê dihat niraxindin, lê Amerîka dibêje armanca wan ne êrîş birina ser Îranê ye tenê ewê bersivê bidin gef û êrîşên çaverê kirî eger li dij berjewendiyên Amerîka li herêmê pêk bên.

Ji bo danûstandinên li ser vê mijarê pirsporê pirsên Rojhilata Navîn û Îranê berêz Ebdulhekîm Xesro mêhvanê bernama Hest û Helwest bû, babet bi wî re hat gotûbêj kirin.

Hest u Helwest
please wait

No media source currently available

0:00 0:22:43 0:00

XS
SM
MD
LG