Wezareta Derve ya Amerîka daxuyanîyek derbarê bicihanîna biryarnameyên Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî ya weşand.
Daxyunîya ku Sêşemê belav bû, dibêje “Amerîka ligel 40 welatên din, hefteya borî li Pragê, li Komara Çek, ji bo panelekê civîyan ku taybet bû ji bo pêşvebirina Biryarnameyên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (UNSCR) yên ji nû ve li ser rejîma Îranê hatine sepandin.”
Beşdaran gotûbêj li ser hemû mijarên ku bandorê li ser pêkanîna biryarên Civata Ewlekarîyê li dijî Îranê kirin.
Daxuyanî dibêje, "ji bo ku biryar bi bandor bin li ser rejîma Îranê, çend welat û sektoran soza alîkarîyên destnîşankirî ji Amerîka girtin, ku di nav de alîkarîya ewlekarî û teknîkî bistînin da ku bandora sizayên li ser rejîma Îranê xurtir be."
Beşdaran tekezî li ser wê yekê kir ku divê biryarên nû yên Civata Ewlekarîyê werin cîbicîkirin, jiber ku gefên Îranê yên di pêşxistina çekên navokî û serkutkirina xwepêşandanan bi şêweyekî hovane, bûne gefên cidî.
Di panelê de li ser gefên di warê çalakîyên çêkirina çekên navokî, pêşxistina mûşekên balîstîkî û çekên kevneşopî yên rejîma Îranê rawestîyan.
Hêjayî bîrxistinê ye ku 6 biryarnameyên UNSCR yên hejmar - 1696, 1737, 1747, 1803, 1835, û 1929 - di 27ê Îlona 2025an de ji nû ve hatibûn biryardan û sepandin, piştî xuya bû ku rejîma Îranê bi "bicihneanîna bingehîn û cewherî" ya sozên xwe yên navokî.
Biryarnameyên UNSCR'ê, bendên ku ji rejîma Îranê daxwaz dikin ku çalakîyên têkildarî dewlemendkirina uranyûmê, ava giran û çalakîyên hewildana gihiştina çekên navokî rawestîne; bikaranîna Îranê ya teknolojîya mûşekên balîstîkî nemîne; hawirdekirin û şandina çekên Îranê qedexe bike; qedexeyên seferê û cemidandina mal û milkên hin kesayetîyan ferz bike û desteserkirina barhilgirên neqanûnî yên ku ji Îranê derdikevin û diçin Îranê.
Niha Amerîka û civaka navnetewî li ser wan biryarnameyên NY radiwestin ku Îranê neçar bikin hemû biryarên navnetewî bicih bîne, Wezareta Derve ya Amerîkayê got.