Hejmareke Senatorên Amerîkî helwesta xwe ya li hember êrîşên Amerîka û Îsraîlê dijî rejîma Îranê zelal dikin û piştgirîyê didin biryara vê Serok Donald Turmp.
Senatorê Komarî yê Rick Scott li ser platforma Xê de nivîsî: "Rojên ku rejîma gendel a Îranê li dijî Amerîka dirûşma 'mirin bo Amerîka 'diqîriya, gef li aramncên welatê me û hevalbendên me dikirin û gelê xwe di bin zextê de dihiştin, ew roj bidawî bûn."
Senator Scott yê wîlayeta Florida ji Serok Trump bo "rêberîya wî ya bihêz" spasîyên xwe pêşkeş kir û got, "Xwedê Wezîrê Cengê û keç û kurên me yên leşekr yên wêrek biparêze."
"Operasyona Hêrsa Dastanî (Epic Fury) nîşandana aştîya bi rêya hêzê ya bêkêmasî ye û her gav karê pêşîn yê Amerîkayê be, her gav emê li kêleka hevalê xwe Îsraîl bisekinin û qet nehêlin Îran çekên navokî bidest bixin," Scott got.
Senator Tom Cotton jî di peyamekê de li ser Xê, peyama Serok Trump piştî destpêkirina operasyonên leşkerî li dijî rejîma Îranê wekî "pir baş" binav kir.
Senator Cotton got: "Ji kerema xwe li vê daxuyanîya hêja ya Serok Trump temaşe bikin."
"Ji bo 47 salan şerê Îranê li dijî Amerîka ye, w teroreke girseyî bû, û em êdî wê tehemûl nakin," Cotton got.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Senatorê Komarî yê naskirî Lindsey Graham jî li ser platforma X’ê, vîdyoya gotara Serok Trump ku Koşka Spî demekê berê îro belav kiribû, parve kir û got, "Xwedê Serok Trump, artêşa me û hevalbendên me yên li Îsraîlê biparêze.”