Serokê Civata Nûneran ya Kongresê Mike Johnson derbarê êrîşên Amerîka û Îsraîlê ser Îranê peyamek weşand û piştgirî da van operasyonan.
Johnson di postekê de ser platforma X got: "Îro Îran ji ber kiryarên xwe yên xerab bi bertekên giran re rû bi rû dimîne."
Wî di peyamê de got, "Serokê Amerîkayê Donald Trump û rêveberîya wî gotin ku hemû hewlên xwe dane çareserîyên aştîyane û dîplomatîk bi encam bibin, da ku ji bo rêgirtina li hember armancên Îranê yên berdewam ên navokî, piştgirîkirina terorîzmê û kuştina Amerîkiyan bibin bersiv."
Serokê Civata Nûneran piştgirî da biryara Serok Trump a destpêkirina Operasyona Hêrsa Dastanî ku Amerîka û Îsraîlê roja Şemîyê li dijî Îranê da destpêkirin.
Johnson got ku bi deh salan e Îran bernameya xwe ya navokî bi awayekî serhişk domandiye û di heman demê de rêxistinên wekî Hemas û Hizbullah pir çek û fînanse dike.
Daxuyanîya Johnson dibêje ku Îran û alîgirên wê gef li Amerîka û berjewendîyên wê yên netewî xwarine, Rojhilata Navîn bi awayekî sîstematîk nearam kirine û ewlekarîya welatên Rojava tehdît kirine.
Di dawîya peyama xwe de, Serokê Civata Nûneran got: "Em ji bo ewlekarîya leşkerên xwe yên wêrek û hevalbendên xwe yên ku di Operasyona Hêrsa Dasanî de beşdar in dua dikin. Bila Xwedê wan biparêze, û bila Xwedê Amerîkayê biparêze."