Wezareta Derve ya Amerîka Pêncşemê daxuyanîya Koşka Spî weşand, tê de dibêje ku "Serok Donald Trump armancên zelal di çarçoveya operasyona ‘Hêrsa Dastanî’ de diyar kirine, û tenê di 38 rojan de hêzên leşkerî yên Amerîkayê ku ya herî cengawere li cîhanê bi hêzek mezin û lêdaneke rastîn armanc pêk anîne."
Di ragihandinê de hat gotin ku Îran niha razî bûye agirbestê bike û Tengava Hormuzê ji nû ve veke. Herwiha rêveberîya Amerîkayê di danûstandinan de ye da ku bigihêje peymana aştîyê ya berfireh, ku Serok Trump li ser prensîpa “aştî bi rêya hêzê” tekez dike.
Daxuyanî di heman demê de amaje bi têkbirina şiyanên Îranê kir ku kapasîteya mûşekên balîstîk û çêkirina wan hatine têkbirin, zêdeyî 85% ji bingehên pîşesazîya berevanî ya rejîmê hatiye wêrankirin, di nav de piranîya mûşekên balîstîk, alav û bingehên avêtina mûşekan û firokeyên êrîşkar.
Daxuyanî dibêje, Hêza Esmanî ya Îranê bi awayekî rastîn hatîye bêbandor kirin, ji ber ku berî operasyonê rojane di navbera 30 heta 100 firîn hebûn, lê niha ev hejmar bûye sifir.
Hêza deryayî ya Îranê jî bi tevahî hatîye tunekirin, 150 keştîyên cengê ji 16 cûreyan hatine têkbirin, keştîyên jêrav yên deryayî bi tevahî hatine tunekirin, û 97% ji mayînên deryayî yên embarkirî hatine tunekirin.
Herwiha, Îran êdî nikare çekan bide komên alîgir yên derve, û nikare çekên nû yên êrîşkar wek mûşekên balîstîk û dronên mewda-dirêj çêbike.
Bernameya Îranê ya valahîya esman ku rejîmê berê pesna wê dida, hatîye têkbirin û zêdeyî 70% ji sazgehên avêtinê û navendên kontrolê hatine lawaz kirin, ku ji bo armancên leşkerî bikêr nayên.
Ji ber encamdana zêdeyî 2000 êrîşan, rejîm maye di rewşekî bêhêvî, şikestin û bêmoaraliyê de, û sistemên fermandariyê û kontrolê hatine têkbirin, fermandarî û serokatîyên leşkerî û siyasî hatine bê bandor kirin piştî hejmarek zêde ji berpirsên wan yên di reêza yek, du û heta siyan de hatine kuştin.
Di daxuyanîya Koşka Spî de, operasyon bi hejmaran hat şirove kirin ku tê de zêdeyî 10,200 firînên esmanî hatine kirin û li zêdeyî 13,000 armancan hatîye xistin, di nav de zêdeyî 2,000 armancên fermandariyê û kontrolê, 1,450 sazgehên pîşesaziya berevanîyê, 1,500 bingehên sistema berevanîya esmanî, 700 bingehên sistema mayînan, nêzîkî 800 bingehên dronan, zêdeyî 600 armancên deryayî û zêdeyî 450 armancên mûşekên balîstîk.
Di dawîya daxuyanîyê de hat gotin ku bi saya hêzên leşkerê Amerîkayê yê bê hempa li cîhanê Amerîka di qonaxa nû de bihêztir e, cîhan ewletir û dijmin jî lawaztir e.