Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan bo Danûstandinên Washington û Tehranê Hewildanên Xwe Xurtir Dike

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD. Vance û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf
Cîgirê Serokê Amerîkayê JD. Vance û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf

Ajansa Reuters roja Duşemê ragihand ku Pakistan hewlên xwe ji bo nûdestpêkirina danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de heta roja Sêşemê xurtir dike.

Ajansê ji zarê çavkanîyeke ewlehîyê ya Pakistanî gotiye ku fermandarê artêşa Pakistanê Asim Munîr ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re gotiye ku dorpêçkirina Tengava Hormuzê rêgire ji bo berdewamîya danûstandinên bi Tehranê re.

Çavkanîyê got ku Trump ji fermandarê artêşa Pakistanê re gotiye ku ew ê pêşniyara wî ya di derbarê dorpêçkirinê de li ber çavan bigire.

Medya Amerîkî jî, roja Yekşemê ragihandibû ku tê payîn ku Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance roja Duşemê êvarê ji bo danûstandinên bi Îranê re bigihêje Pakistanê, her çend Tehran dibêje ku ewê beşdar nebin, û dibêje ku daxwazên Washingtonê zêde û nerealîst in.

Karbidestên Îranî û Amerîkî destnîşan kirine ku armanca lezgîn ew e ku pêşî lihev têgihîştinek çê bibe paşî li ser hurgilîyan were rawestîn û rêkeftinên berfirehtir werin çêkirin ku dê di hefte yan mehên pêş de danûstandin li ser wan hurgilîyan werin kirin.

Li gorî raportên medyayî, daxwazên heta niha yên Amerîka ji bo destpêkirina danûstandinan evin:

Îran, Tengava Hormuzê ji bo keştîyên bazirganî veke, dewlemendkirina uranyomê ji bo herî kêm 20 salan rawestîne, Îran razî bibe ku uranyoma dewlemendkirî radest bike, çêkirina mûşekan sînordar bike û alîkarîya madî û piştgîrîya ji bo grûpên çekdar yên herêmî rawestîne.

Dawazên Îranê jî evin:

Kontrola xwe ya li ser Tengava Hormuzê berdewam bike, hemû cezayan li ser wê hatine danîn werin rakirin û dema rawestandina dewlemendkirina uranyomê kurt bike.

Roja Yekşemê, Serok Trump hişyarî da ku Îran dê bi êrîşên esmanî re rû bi rû bimîne û dê navendên enerjîyê û piran li seranserî Îranê hilweşîne ger ew peymanê qebûl neke.

This item is part of
XS
SM
MD
LG