Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Cengê: Hêzên Me Keştîyeke ku Piştgîrîyê Dide Îranê Desteser Kir

Wezareta Cengê ya Amerîkayê roja Sêşemê desteserkirina keştîyekê li avên navneteweyî ragihand, û pabendbûna xwe ya ji bo desteserkirina keştîyên ku piştgirîya madî didin Îranê ji nû ve piştrast kir.

Wezareta Cengê li ser platforma X'ê got, "Di şevekê de, hêzên Amerîkayê li herêma berpirsiyarîya Fermandarîya Hindo-Pasîfîk a Amerîkayê bêyî ku bûyerek biqewime, keştîya bê nasname a li jêr sizayan bi navê M/T Tifani li herêmên ku dorpêça Amerîkayê didomîne desteserkir û lêgerîn pêk anîn."

Wezaretê zêde kir, "Emê hewildanên xwe yên cîbicîkirina qanûna deryayî ya cîhanî bidomînin da ku torên neqanûnî têk bibin û keştîyên cezakirî yên ku piştgirîya madî didin Îranê bigirin."

Wezaretê got jî, "Avên navneteweyî ji bo keştîyên cezakirî ne cihekî ewle ne."

Wezareta Cengê yê Amerîkayê wêneyên helîkopterên leşkerî yên ku li ser tankereke petrolê difirin û li ser dadikevin, belav kir.

Roja Yekşemê, hêzên Amerîkayê keştîya konteynerê ya bi ala Îranê "Tosca" desteser kir.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihandibû ku tîma Tosca di şeş demjimêran de hişyarîyên dubare paşguh kirine û keştîyê dorpêça Amerîkayê binpê kiriye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG