Fermandrîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ser pevçûnên roja Pêncşemê 7ê Gulanê daxuyanîyek weşand û ragihand ku “dema keştiyên me yên şer li Tengava Hormuzê ber bi Kendava Omanê ve diçûn, Îranê êrîşên bê sedem anîn ser keştiyan, wan jî bersiv da êrîşan.”
CENTCOM got “Hêzên Îranê gelek mûşek, dron û gemîyên piçûk avêtin dema ku keştiyên cengê yên Amerîkî; USS Truxtun (DDG 103), USS Rafael Peralta (DDG 115), û USS Mason (DDG 87) di rêya deryayî ya navneteweyî re derbas dibûn.”
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) got “Ziyan ne gihaye ti keştîyeke Amerîkî.”
CENTCOM herwiha got, “gefên ser hêzên me ji holê hatin rakirin û bingehên leşkerî yên Îranê yên berpirs ji êrîşên li ser hêzên Amerîkî, di nav de cihên avêtina mûşek û dronan; cihên fermandarî û kontrolê; û xalên îstîxbaratî, çavdêrî û keşfê, armanc hatin girtin.”
CENTCOM ragihand ku ew li hember derketina alozîyane û li şer nagere “lê em her tim di pozisyona amadebaşîyê de ne ku hêzên Amerîkî biparêzin.”