Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: Îranê Agirbest Binpê Kir û Pênc Dronên Wê Hatin Xistin

Hêzên Amerîkî li Avên Rojhilata Navîn
Hêzên Amerîkî li Avên Rojhilata Navîn

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Îranê bi binpêkirina agirbestê û êrîşa mûşekî ya ser Kuweytê tawanbar dike.

CENTCOM îro Pêncşemê li ser platforma X'ê got: " Di 27'ê Gulanê de, demjimêr 10:17'ê şevê bi dema rojhilatê Amerîkayê, Îranê mûşekeke balîstîk ber bi Kuweytê ve avêt ku ji alîyê hêzên Kuweytê ve bi serkeftî hate pûçkirin."

CENTCOM herwiha got ku "Ev binpêkirina agirbestê ya hovane ji alîyê rejîma Îranê ve çend demjimêran piştî ku hêzên Îranê pênc dronên êrîşkar ên yekarasteyî avêtin ku gefeke eşkere li Tengava Hormuzê û derdora wê çêdikirin, pêk hat."

CENTCOM'ê diyar kir ku "Hemû dron bi serkeftî ji alîyê hêzên Amerîkî ve hatin pûçkirin; ev yek jî rê li ber avêtina şeşemîn dronê ya li bingehek Bender Ebas girt."

Wezareta Karên Derve ya Kuweytê roja Pêncşemê got ku "Dewleta Kuweytê bi tundî êrîşên Îranê yên hovane ku bi mûşek û dronan axa Kuweytê armanc girtin, şermezar dike."

Wezaretê êrîş wekî hewilên zêdekirina girjîyê ya metirsîdar û binpêkirina eşkere ya serwerî, ewlehî û yekparçeyîya xaka Kuweytê binav kir.

Karbidestan ji kanala FOX News re gotibû ku Amerîkayê li Bender Ebasê bingeheke Îranê kirîye armanc, ku dron di amadekarîya êrîşan de bûn bo ser armancên li Tengava Hormuzê.

Raporteke malpera Axios jî, li ser zarê rayedaran ragihand ku hêzên Amerîkî çar dronên êrîşê yên yekarasteyî yên Îranê xistine xwar ku weke gefekê ya pêkanîna êrîşan li Tengava Hormuzê dihatin dîtin.

Raportên Amerîkî hûrgilîyên alozîya dawî ya li Tengava Hormuzê eşkere kirine ku bi êrîşên Îranê dest pê kir û bi êrîşên esmanî yên Amerîkî li nêzîkî Bender Ebas û êrîşa mûşekî ya Îranê bo ser welatê cîran Kuweytê dom kir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG