Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Îran Nêzî Îmzekirina Lihevhatinê ne, lê Tehran Hîn Biryara Dawî Nedaye

Alayê Îran û Amerîkayê
Alayê Îran û Amerîkayê

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf di peyamên xwe yên herî dawî de got ku çarçoveya lihevahtinê ya navbera Amerîka û Îranê de dibe ku roja Yekşemê were îmzekirin.

Reuters roja Yekşemê di raporteke xwe de ragihand ku Tehranê hîn jî biryara dawî nedaye û dibe ku peyman di rojên pêş de pêk were.

Li gorî çavkanîyên agahdar, rêkeftin pêşniyaz dike ku Amerîka 25 milyar dolar ji malê Îranî yê cemidandî azad bike û hin cezayan sivik bike. Li hemberî wê, Îran dê Tengava Hormuzê veke û soz bide ku pêngavan bo pêşxistina çekê navokî neavêje.

Trump got ku piştî peymanê, Tengava Hormuz dê “ji bo hemûyan vekirî” be û Amerîka jî dê dorpêça deryayî ya li ser Îranê rake.

Her çend danûstandin berdewam in, pevçûnên leşkerî jî hîn didomin. Leşkerê Amerîkayê ragihandibû ku gelek dronên Îranî xistine, û Îsraîlê jî got ku Hizbullah êrîşên ser Îsraîlê ranawestîne û ew neçar in ku armancên Hizbullahê li Beyrûtê bombebaran bikin.

Li gor Reuters, di nava Îranê de jî, tundrewên dijberê peymanê di xwepêşandanan de nerazîbûna xwe nîşan dan.

Li gorî naveroka rêkeftinê, danûstandinên li ser bernameya navokî ya Îranê dê piştî îmzekirinê werin berdewam kirin.

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf doh Şemîyê gotibû ku nivîsa dawî ya peymana Amerîka û Îranê dikare di nav 24 demjimêrên bê de were temamkirin.

Her weha, Serokê Amerîkayê Donald Trump doh Şemiyê di peyameke xwe a di Truth Social de ragihandbû ku "Peyman dê sibê were îmzekirin, û yekser piştî îmzekirinê, Tengava Hormuzê ji bo hemûyan dê vekirî bimîne."

This item is part of
XS
SM
MD
LG