Serokê Amerîkayê Donald Trump piştrast kir ku Yadaştnameya Lihevtêgihîştinê ya di navbera Amerîkayê û Îranê de hatiye îmzekirin û roja Çarşemê êvarê dikeve di warê cibicî kirinê de.
"Erê, ew hatiye îmzekirin... Min ew li Vêrsay (Versailles) îmze kir, min ew niha îmze kir," Trump piştî ku beşdarî şîva ku ji hêla serok û xanima yekem a Fransayê ve hatibû lidarxistin bû.
Serok Trump piştî ku ji Koşka Vêrsayê deket, li derve li ser pirsa rojnamevanan got "Erê, ew hatiye îmzekirin."
Koşka Spî vîdyoyek 35 saniyeyî ya serok dema îmzekirina Yadaştnameyê di hesaba xwe ya fermî ya X'ê de weşand.
Vîdyo nîşan dide ku Serok Trump piştî îmzekirina Yadaştnameyê dide Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio. Piştre Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron pîrozbahî li Trump kir û destê wî hejand. Beşdarên din ên bûyerê jî çepikan lêdixin, û tê bihîstin ku kesek bi Erebî dibêje "Pîroz be".
Li gorî çavkaniyên nûçeyan, Yada]tname ji hêla Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ve jî hatiye îmzekirin.
Berê, naveroka dawî ya Yadaştnameyê roja Yekşemê ji hêla Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance û danûstandkarê sereke yê Îranê Mohammad Baqir Qalibaf ve bi elektronîkî hatiye îmzekirin.