Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Piştî Rêkeftina Amerîka û Îranê, 3 Tankerên Petrolê li Tengava Hormuzê Derbas Bûn

Derbasbûna Keştiyên Bazirganî li Tengava Hormuzê
Derbasbûna Keştiyên Bazirganî li Tengava Hormuzê

Ajansa Reutersê, derbarê tevgera ketşyan li Tengava Hormuzê ragihand ku sê tankerên petrolê yên bi ala Siûdî ku şeş milyon bermîl petrola xav hilgirtbûn, roja Pêncşemê ji Tengava Hormuzê derbas bûn.

Li gorî raporê, keştiyan roja Pêncşemê dema ku di rêya girîng a avê re derbas dibûn, piştî çend hefteyan ji aloziyên li tengavê, keştî neçar man ku bêdeng û veşartî derbas bibin.

Daneyên şopandina keştiyan her wiha roja Pêncşemê zêdebûna trafîka li Tengava Hormuzê nîşan dan, sê tankerên petrolê yên cuda li dora bendera Fuceyra ya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî li derveyî Tengava Hormuzê petrolê bar dikirin, û du tankerên din jî ji Tengava Hormuzê ji bo Ewrupayê derbas dibûn.

Li gorî rêkeftinê, divê Komara Îslamî di nav 30 rojan de hejmara keştiyên ku di Tengava Hormuzê re derbas dibin vegerîne asta ku berî girtina rêya avê bû. Berî şerê Amerîka-Îsraîlê bi Îranê re, Tengava Hormuz xala transîtê ya nêzîkî 20 ji sedî petrol û gaza cîhanê bû.

Hêjayî gotinê ye piştî ku sê tankerên petrolê derbas bûn piştre Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê daxuyaniyek da û ragihand ku wan li gor fermana rêbertîya Serok Trump dorpêça li ser avên herêmê û benderên Îranê hat hilandin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG