Hêzên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)'ê ragihand ku hêzên wan, "dest bi rêzek êrîşên giran li dijî Îranê kiriye. "
Li gorî daxuyaniyê, ku di platforma X'ê de hat weşandin, armanc ji êrîşan bersivdaneke li hemberî êrîşên Îranê yên li ser keştiyên bazirganî yên ku bi rêya Tengava Hormuzê derbas dibûn.
CETNCOM dibêje ku Îran li hember wan êrîşan dê bihayên giran bide.
Li gorî Fermandarîya Navendî ya Hêzên Amerîkî êrîşên ku pêkhatine ji ber wê yeê bû, ku Îranê sê keştiyên bazirganî dema ku di rêgeha navneteweyî ya Tengava Hormuzê de derbas dibûn armanc kirine.
Daxuyaniya CENTCOM dibêje êrîşkarîyên ku Îran pêk tîne bêsedm, bêbingeh, û xeternakin, "ev êrîşên Îranê binpêkirina eşkere ya agirbestê bû."