Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM'ê Encamên Êrîşên Nû yên Dijî Îranê Ragihandin

Navy Laser Weapon Test
Navy Laser Weapon Test

Hêzên Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM di 8ê Tîrmehê de Zincîreke din a operasyonên leşkerî li dijî armancên Îranê pêk anîn.

Armanca van hêrşan kêmkirina şiyana Îranê ya êrîşkirinê li dijî keştîyên bazirganî û deryavanên sivîl li Tengava Hormuzê ye.

CENTCOM di hesaba xwe ya X'ê de got, "Hêzên me li nêzîkî 90 armancên leşkerî yên Îranê xistine. Di nav wan armancan de pergalên sîstema esmanî, alavên çavdêrîya peravên deryayî, cihên depokirina mûşekan û dronan, şiyana hêzên deryayî û bingehên lojîstîkî yên leşkerî hebûn."

Ev hêrş piştî operasyonên şeva berê hatin kirin, ku CENTCOM ew zîncîre êrîş wekî êrîşên serkeftî bi nav kirbûn.

Di 7ê Tîrmehê de jî hêzên CENTCOMê li nêzîkî 80 armancên leşkerî yên Îranê xist bû. Di nav wan de zêdetirî 60 gemîyên biçûk ên Supayê Pasdarên Şoreşa Îslamî (IRGC) hebûn.

Li gorî daxuyanîya CENTCOMê, ev operasyon wek bersivekê ji bo êrîşên Îranê li ser sê keştîyên bazirganî yên ku di Tengava Hormuzê de geştên xwe berdewam dikirin.
CENTCOM'ê êrîşên Îranê weke binpêkirina agirbestê nas kirin.

CENTCOM'ê di dawîya daxuyanîya xwe de got ku hêzên Amerîkayê hîn jî di rewşa amadebûnê de ne û berhevin ku her operasyonên ku ji aliyê Serfermandarê Hêzên Çekdar ên Amerîkayê ve bêne fermankirin, dê werin bicih anîn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG