Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku pêla dawîn a êrîşên li dijî armancên leşkerî yên Îranê di 13'ê tîrmehê de, demjimêr 10:15'ê êvarê bi dema rojhilatê Amerîkayê (ET), bi serkeftin hatiye temam kirin.
Li gorî CENTCOM, di vê operasyonê ya pênc demjimêrî de, hêzên Amerîka bi çekên rastbîn armancên leşkerî li Buşehir, Çah Bahar, Jask, Konarak, Abu Musa û Bendar Ebas armanc girtin.
CENTCOM li ser hesabê xwe yê X'ê de got ku, "Armanca operasyonê kêmkirina şîyana Îranê ya êrîşkirina li ser keştîyên bazirganî bû."
Di êrîşan de sîstema berevanî ya peravan, cihên mûşekan û dronan, herwiha şîyanên deryayî yên Îranê hatin armanc girtin.
CENTCOM di daxuyanîya xwe de got ku niha zêdetirî 50 hezar leşkerên Amerîka li herêma Rojhilata Navîn hatine bicîh kirin û hêzên Amerîkayê hîn jî di rewşeke hişyar, amade û bi hêz de ne.
Hêjayî gotinê ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump êvara Duşemê li ser platforma Truth Social got, "Em 'Dorpeçkirina Îranê' dîsa destpê dikin. J ber vê dorpeçkirinê, tenê rê li ber keştîyên Îranê û yên ku pê re kar dikin tê girtin. Hemû welatên din dikarin bi rehetî û bi awayekî azad Tengavê bi kar bînin.