Breaking News

Mullin Dibêje Îran Hîn jî Serok Trump û Malbata wî Weke Armanc Dibîne

 Markwayne Mullin Wezîrê Ewlekariya Navxweyî ya Amerîkayê
Markwayne Mullin Wezîrê Ewlekariya Navxweyî ya Amerîkayê

Wezîrê Ewlekarîya Navxweyî ya Amerîkayê, Markwayne Mullin, got ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û malbata wî hîn jî di nav armancên sereke yên Îranê de ne.

Ev daxuyanî piştî raporên nû derbarê planeke eşkerekirî ku tê de dronên bi teqemenîyên barkirî, hatine eşkerekirin.

Mullin di hevpeyvînekê de ji Fox News re bersiva pirsa ka sazîya Mosadê ya Îsraîlê agahîyên Îstîxbaratî parve kirine, da û got ku karbidestên Amerîkî her roj gefên ji alîyê Îranê ve tên şopandin û ji bo bersivdana wan amade ne, tevî ku hin agahî tenê di asta gotegotan de bin.

Wî herwiha eşkere kir ku karbidestên Amerîkî berî gihîştina agahîyên îstîxbaratî yên ku ji alîyê Îsraîlê ve hatine parvekirin, ji hin gefên li dijî Serok Trump haydar bûn.

Li alîyê din, Îran berpirsiyarîya êrîşeke bi dronan li dijî hêzên Amerîkî li Behreynê girtiye ser milê xwe. Ev pêşketin di demekê de ye ku gotûbêjên derbarê bernameya navokî ya Îranê zêde dibin.

Herwiha tê çaverêkirin ku Trump di civînên xwe yên siberojê de bi Serokê Çînê Xi Jinping û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re, rewşa bernameya navokî ya Îranê û encamên şerê herêmê bike mijara sereke ya gotûbêjan.

XS
SM
MD
LG