Breaking News

Amerîka Sizayên Nû Dijî Îranê Ragihandin

Wezîrê Xezîneya Amerîka Scott Bessent
Wezîrê Xezîneya Amerîka Scott Bessent

Wezareta Xezîneyê ya Amerîka îro Duşemê heşt kes û 22 sazîyên nû kirin nava lîsteya sizayên dijî Îranê de.

Wezaret dibêje ku ev 30 armancên nû yên cezayan beşeke ji tora bankavanîyê ya veşartî ya Îranê û bi taybet kompanîyên ku îro hatine ceza kirin, jibo veguhestînên darayî yên navneteweyî, hatine bikar anîn.

Ji 22 saziyên ku ketine lîsteya sizayan,16 ji wan li Dubaî, 4 li Îranê, yek li Tirkîyê û yek jî li Hong Kongê ne.

Wezareta Xazîneyê dibêje ku bi rêya vê torê di sîstema darayî ya navneteweyî de bi mîlyaran dolar hatine veguhestine û bi vî awayî, tevî toleyên Amerîkayê, Îranê dravê biyanî bi dest xistiye.

Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent jî lîsteya nû ya sizayên dijî Îranê, wek biryardarîya Washingtonê ya têkbirina çavkanîyên darayî yên Îranê pênase kir.
"Sîstema bankî ya Îranê ya veşartî, xeta jiyanê ya darayî ya dawî ya rejîmeke ye ku îflas kiriye," wî got.

Bessent her wiha anî ziman ku ew ê wezareta xazîneyî armanckirina torên bi vî rengî bidomîne.

Di nava lîsteya sizayan ya Wezaretê de , kompanîyek li Tirkîyê jî- Bogazîçî Gumrekleme- heye, lê wezaretê eşkere nekir ku çiqas pere bi rêya vê kompanîyê ji bo Îranê hatine veguhestin.

Wezareta Xazînayê bal dikşîne ku ev tor di bin kontrola Bankeya Navendî ya Îranê de ye û ev tor ji ser ofîsên danûstandina diravî û kompanîyên girêdayê bankayan, dixebite.

Li gor Ofîsa Kontrola Mal û Milkên Biyanî ya Wezaretê (OFAC), her heşt kesên ku îro Duşemê li ser siza hatine danîn welatîyên Îranê ne.

XS
SM
MD
LG