Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Araqçî Daxwazên Îranê Pêşkêşî Navbeynkarên Pakistanî Kirine

Ajansa Reuters li ser sarê çavkanîyeke Pakistanî îro Şemîyê ragihand ku Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî "têbînîyên" rejîma Îranê derbarê daxwazên Amerîkayê pêşkêş kirine.

Li gor Reuters, Araqçî herwiha daxwazên Îranê ji Amerîkayê di civînekê de ligel karbidestên Pakistanî parve kirine.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Înê gotibû ku rejîma Îranê plan dike ku pêşnîyarekê bo daxwazên Amerîkayê pêşkêş bikin.

"Ew pêşniyarekê dikin û emê bibînin ka wê çi bibe," Trump roja Înê ji Reuters re got.

Wî got ku ew nizane wê çi di pêşniyara Îranê de be, lê tekez kir ku her rêkeftinek divê dana uranyuma dewlemendkirî û derbasbûna azad ya petrolê di rîya Tengava Hormuzê de di nav xwe de bigire.

Koşka Sipî roja Înê ragihand ku nûnerên Amerîkayê Steve Witkoff û Jared Kushner dê biçin Pakistanê ji bo berdewamkirina gotûbêjan ligel karbidestên Îranî. Araqçî di daxuyanîya xwe ya Înê de behsa danûstandinên rasterast ligel nûnerên Washington nekir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG