Îranê ragihand ku kuştina berpirsê payabilind yê Hamasê Salih El Arûrî wê berxwedana dijî Îsraîlê hîn xurt bike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî ewê li tevahîya cîhanê berxwedana Filîstînîyan gur bibe.
"Bi xwîna şehîd, bêguman ne tenê li Filîstînê, li herêmê û li tevahîya cîhanê, li nav wan kesên ku azadîyê digerin, wê tamarên berxwedanê û motîvasyona şer ya dijî Sîyonîstên dagirker qonaxeke nû çêbe.’’
Kenanî dîyar kir ku Îsraîlê bi êrîşa li Beyrutê, serwerî û yekîtîya axa Lubnanê binpê kiriye û ew şermezar kir.
Medyaya Lubnanê radigihîne ku di êrîşa roja Sêşemê de, ku bi dronê li başûrê Beyrutê li dar ket, 6 kes hatine kuştin.
Hamasê ragihand ku di êrîşê de du rêberên Tugayên El Qasem, Samir Findî Ebu Emer û Azam El-Aqra Ebu Emer jî canên xwe jî dest dane.
Jêder: AFP