Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Rexneyên Welatên Rojavayî li Dor Bernameya Navokî Red Dike


Navenda Arak ya atoma Îran, 250kêlometran dûrî Tehran,
Navenda Arak ya atoma Îran, 250kêlometran dûrî Tehran,

Wezareta Derve ya Îranê roja Înê rexneyên Fransa, Almanya, Brîtanya û Amerîkayê red kirin, yên li ser zêdekirina dewlemendkirina uranyumê û got ku ev beşek e ji bernameya wê ya aştiyane.

Berdevkê wezareta derve ya Îranê Nasser Kanaanî got, "Rêjeya 60% ya dewlemendkirinê li navenda pîtandina navokî ya Îranê hertim li gor pêwîstiya welat ya bernameya navokî ya aştiyane ye û li jêr çavdêriya Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) ye û dê weha bimîne jî."

Do Pêncşemê Wezareta Derve ya Amerîka di malpera xwe de daxuynaiya hevbeş ya derbarê bernameya navokî ya Îranê weşand û da zanîn ku "Raporta 26ê Kanûna Pêşî ya sala 2023an ya IAEA tekez dike ku Îranê rêjeya xwe ya berhemanîna uranyuma dewlemendkirî heta %60 li Natanz û Fordow zêde kiriye heta asta ku di navbera Çile û Hezîrana 2023an de hatiye dîtin. Îranê rêjeya berhemdana xwe ya mehane ya uranyuma ku heta %60 dewlemendkirî sê qat zêde kirîye."

Daxyuaniya hevbeş dibêje "em vê gava ku Îranê avêtiye Şermezar dikin."

"Ev biryara Îranê nebûna vîyana baş ji bo kêmkirina aloziyan li herêmê nîşan dide," daxuyanîyê got.

Daxuyanî herwiha dibêje ku ev nepêgirîya Îranê ya li dijî biryarên navnetewî li dor bernameya wê ya navokî dê pirsgirêkan zêdetir bike û tengezariyê peyda bike.

"Em daxwazê ji Îranê dikin ku demûdest van gavan paşve bavêje û bernameya xwe ya navokî kêm bike."

Daxuyanîya hevbeş dibêje, divê Îran bi temamî bi IAEA re hevkariyê bike da ku bikaribe garantiyê bide ku bernameya wê ya navokî tenê aştiyane ye, û çavdêrên ku di Îlona 2023an de hatine rawestandin ji nû ve bêne destnîşan kirin û dest bi çavdêriyê bikin.

Jêder: Reuters/Wezareta Derve ya Amerîka

XS
SM
MD
LG