Wezareta Derve ya Behreynê îro Şemîyê ragihand ku “êrîşeke din a Îranê ya dijminkar“ li ser keştîyeka kompanîya petrolê a niştimanî ya Ebû Debî li Tengava Hormuzê hate kirin.
Li gorî wezareta derve, êrîş êvara roja Înê hate kirin ku “binpêkirineke eşkere ya qanûna navneteweyî, Peymana Neteweyên Yekbûyî, herwiha li ser Qanûna Deryayê û Biryara 2817 Civata Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî” bû.
Wezareta Derve careke din bang li Civata Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî kir ku “berpirsiyarîyên xwe di tedbîrên azadîya rêwîtîya deryayî a keştîyan li Tengava Hormuzê û selametîya keştîyan misoger bike.”
Wezaret dibêje, divê NY, “Îranê neçar bike ku êrîşan li dijî keştîyên bazirganî û petrolê rawestîne, û Tengavê bi tevahî û bê şert û merc ji nû ve veke, ku bi awayekî ewlehî û aramîya herêmî biparêze û ewlehîya enerjîyê û dabînkirina xwarinê misoger bike.”