Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuweyt û Behreyn Rastî Êrîşên Îranê Hatin

This screen grab taken on July 15, 2026, from video footage released by Iran's Revolutionary Guards (IRGC)'s Sepah News website on July 14, 2026, allegedly shows missiles being launched from an undisclosed location towards US targets in Bahrain and Kuwait

Artêşa Kuweytê îro ragihand ku berevanîya esmanî ya wê êrîş û dronên “dijminane” yên Îranê vedigerîne.

Fermandarîya Giştî ya Artêşê di daxuyanîyekê de li ser platforma X’ê got, “Niha, piştî êrîşa Îranê ya gunehkar, berevanîya esmanî ya Kuweytê êrîşên mûşekî û dronan ên dijminane vedigerîne.”

Fermandarîyê destnîşan kir ku “eger dengê teqînê were bihîstin, ew encama sîstemên berevanîya esmanî ne ku êrîşên dijminane asteng dikin.”

“Ji her kesî tê xwestin ku pîvanên silametî ewlehîyê yên ku ji hêla rayedarên pêwendîdar ve hatine dayîn bişopînin,” Artêşê got.

Wezareta Navxweyî ya Behreyn jî behsa êrîşan kir û got ku pîpikên hişyarîyê hatine çalakkirin.

Wê li ser hesaba xwe ya X’ê anî ziman ku “Em ji welatîyan û niştecihan dixwazin ku aram bimînin, ber bi cihên ewle yên herî nêzîk ve biçin û bi rêyên fermî serwextkirinan bişopînin.”

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê berî çend demjimêran ragihand ku wê “ji bo şeva şeşemîn li pey hev, dest bi pêleke nû ya êrîşan li dijî Îranê kir da ku şîyanên leşkerî yên wê bêhtir têk bibe.”

This item is part of
XS
SM
MD
LG