Fermandariya Giştî ya Hêza Berevanîya Behreynê îro, Înê, ragihand ku rejîma Îranê bi rêya êrîşên tawankar ên li ser sivîlên Behrêynê di helwesta xwe ya dijminkarane de bi şêweke sîstematîk berdewam e.
Fermandariya Giştî got ku hêzên wan êrîşên esmanî yên Îranê paşve xistine, û diyar kir ku wan hejmarek ji wan êrîşan ku sivîlên Behreynê armanc digirin, asteng kirine û pûç derxistin.
Fermandariya Giştî ya Hêza Berevanîya Behreynê piştrast kir ku hemî çek û yekîneyên wê di asta herî bilind a amadebaşîyê de ne û ji bo parastina gel û axa Behreynê di hişyariya bilind de ne.
Fermandariya Giştî ji her kesî xwest ku baldar bin û ji nêzîkbûna tiştên nenas an gumanbar ên ku ji bermahiyên êrîşên hovane yên Îranê çêdibin dûr rawestin û demûdest wan rapor bikin.
Herwiha fermandarîyê piştrast kir ku karmend û endamên Yekîneya Endezyarî ya Artêşê di qada parastinê de, bi tevahî amade ne ku bi ewlehî û teknîkî rewşê kontrol bikin, ewlehiya hemî welatiyan û niştecihan misoger bikin.
Hêjayî gotinê ye çend roj in, Îran bi mûşek û dronan êrîşên xwe bo ser welatên weke Kuweyt, Îmarat, Urdun û Behreynê berdewam dike.
Fermandarîya Navendî ya Amnerîkayê CENTCOMê ragihand ku bo şeva 13an wan êrîşên xwe yên ser armancên leşkerî di nav axa Îranê de pêkanîye.