Breaking News

Behreyn Dibêje Hêzên wan Êrîşên Esmanî yên Îranê Bêbandor Kirine

Fermandarîya Giştî ya Hêzên Berevanîya Behreynê roja Yekşemê ragihand ku sîstema berevanîya esmanî hejmarek êrîşên esmanî yên Îranê, berî ku bigihîjin armancên xwe, rawestandine.

Daxuyanî dibêje,"Îran bi êrîşên xwe yên domdar ên dijminkarane berdewam dike û memleketa Behreynê dike armanc."

Di daxuyanîyê de hate gotin ku hemû yekîneyên berevanîyê di asta herî bilind a amadebûnê de ne ji bo parastina welêt.

Herwiha tekez kir ku hemû çek û yekîneyên wê di asta herî bilind a amadebûnê de ne û ji bo parastina amade ne.

Di daxuyanîyê de hejamra dron û mûşekên ku di êrîşan de hatine karanîn û bê bandorkirin nehatin eşkerekirin.

Ajansa Nûçeyan a Behreynê ragihand ku piranî ya welatên Erebî û yên Herêmê êrîşên Îranê şermezar kirin.

Ev pêşketin di demekê de tê ku alozîya di navbera Îran û Amerîkayê de zêde dibe. Berî vê, Îran ragihandibû ku bi şeş dronan radarek Amerîkî li behreynê kiriye armanc.

Amerîka jî gotibû ku du dronên Îranê yên ber bi Behreynê ve diçûn, hatine rawestandin.
Wezareta Navxwe ya Behreynê jî ji hemwelatîyan û niştecihan xwest ku aram bimînin û qesda cihên ewle bikin.

XS
SM
MD
LG