Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Brîtanî Balyozxana Îranê li Londonê Girt


Balyozxana Brîtanî li Tehranê roja Sêşemê rastî hêrişekê hat.

Hikûmeta Birîtanî fermana girtina balyozxana Îranê li Londonê da n û herwiha balyozxana xwe li Tehranê girt, piştî hêrişa roja Sêşembî ya li dijî balyozxana Brîtanî li paytexta Îranê.

Wezîrê Derve yê Brîtanî William Hague roja Çarşemê li parlemanê fermana girtina balyozxana Îranê ragihand.

Birêz Hague got ku divê karmendên balyozxana Îranê li demê 24 demjimêran li Brîtanyayê nemînin.

Hikûmeta Amerîkî bi tundî hêrişa li dijî balyozxana Brîtanî li Îranê şermezar kir.

XS
SM
MD
LG