Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: Pêla Nû ya Êrîşên ser Îranê Bidawî Bû û Îdîayên Îranê Nerast in

Keştiyek barhelgir li Avên Herêmî, Kendava Oman
Keştiyek barhelgir li Avên Herêmî, Kendava Oman

FermandarîyaNavendî ya Amerîkayê CENTCOM ragihand ku wê operasyonên xwe yên esmanî yên rojane li dijî Îranê bi dawî anîn. Ev êriş piştî çar şevên li pey hev ên êrîşên li ser armancên leşkerî yên li peravên Îranê hatin kirin.

Li gorî fermandarên Amerîkî, armanca van operasyonan ew e ku şiyanên Îranê yên êrîşên ser keştiyên bazirganî li Tengava Hormuzê kêm bike, di heman demê de ku dorpêça li dijî Îranê berdewam dike.

CENTCOMê Çarşemê di peyameke xwe ya di Xê de Îdîayên Îranê red kirin, yên ku dibêjin di êrîşên Amerîkayê yên 14ê Tîrmehê de, depoyeke genim a sivîlan li Howeyzeyê armanc girtiye. Hêzên Amerîkî dibêjin ew îdia "nerast e."

CENTCOM got ku rastîya bûyerê ew e, ku di 14ê Tîrmehê de, hêzên Amerîkî li Bender Ebas, Xurmûc, Ehwaz, Qeşm, Tunb, Buşhir û benderê Kuhestek li armancên leşkerî yên Îranê xistine da ku şiyana Îranê ya êrîşkirina li ser keştîyên bazirganî li Tengava Hormuzê kêm bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG