Li gor karbidestekî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ku li ser televîzyona dewletê axivî, hêzên ewlekarîyê yên rejîmê zarokên 12 salî wek nobedar di dema şer de bikar tînin.
Karbidestên Îranê li Tehranê kempeynek bi navê "Ji bo Îranê" dane destpêkirin da ku xelkê ji bo hêzên ewlekarîyê tomar bikin û temenê herî kêm ê endamtîyê daxistine 12 sal.
Ev gava rejîma Îranê binpêkirineke eşkere ya çend peymanên navnetewî yên mafên zarokan û mirovan e, di nav de Protokola Peymana Mafên Zarokan li ser Tevlîbûna Zarokan di pevçûnan de û Peymana Mafên Zarokan ku Îran îmze kiriye.
Bikaranîna zarokan di erkên leşkerî û şer de mafên bingehîn ên zarokan binpê dike. Zarokên di bin 18 salî de di rewşên şer de rastî metirsîya jiyanê, birîndarbûn, metirsîyên derûnî û civakî tên.