Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Çîn ji Rêkeftineke Niftê ya bi Nirxa 5 Milyar Dolar Vekişiya


Wezîrê niftê yê Îranê dibêje kompaniyeke niftê ya dewleta Çînê ji rêkeftineke vewejandina zeviyeka gaza xwezayî ya li gel Îranê vekişiya.

Kompaniya Total a Frensî jî berî demekê ji vê rêkeftinê vekişiyabû.

Ajansa nûçeya a wezareta niftê SHANA axaftina Bijan Zengeneh îro Yekşemê ragihand.

Zangeneh got wê Îran bi tenê xwe zeviya niftê ya Başûrê Pars pêş bixe.

Zangeneh sedema vekişîna Çînê diyar nekir û berpirsên Bêjîn jî hîn ti axaftin di vê derbarê de nekirine.

Rêkeftina Başûrê Pars a 20 salan hatibû imzekirin piştî rêkeftina sala 2015an di navbera Îranê û hêzên mezin ên cîhanê de.

Piştî vekişîna Amerîka ji rêkevtina navokî û sepandina cezayan li dijî Îranê, kompaniya mezin a Frensî Total jî ji rêkeftinê vekişiya.

Tê zanîn, Çîn di nava şerekî bazirganî de ye li gel Amerîka.

XS
SM
MD
LG