Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran ji ber Koronayê Karan Digre û Rêwîtîyê Kêm Dike


Îranê îro Şemîyê gelek kar girtin û rêwîtîya di navbera bajarên mezin de kêm kir, di nav de jî tehrana paytext ji ber vîrusa koronayê ku bi awayekî berfereh li welêt belav dibe.

Berpirsên radebilind ên Îranê di destpêkê de bi xemsarî li belavbûna vîrusê temaşe kir, lê niha ew banga xelkê dikin ku pîvanên saxlemîyê bişopînin, maskan bikar bînin û rêwîtîyên nepêwîst nekin.

Ev bû pênc roj in ku li Îranê rojane bêhtirî 430 kes ji ber koronayê dimrin.

Wezareta saxlemîya Îranê îro Şemîyê got ku hejmara giştî ya pêketîyên vîrusê gihîştîye behtirî 840,000î.

Ev pîvanên nû yên girtinê, ku piranîya kar û firoşgeh û xwaringehan vedihewîne, ew li bajarên Meşhed, Esfehan û Şîraz bûn.

Desthilatdarên Îranî nêzîkî 160 bajar û bajarok wek xalên germ ên vîrusê binav kirine.

Serokê Îranê Hesen Rûhanî îro Şemîyê di axaftineke televizyonî de bang li xelkê kir ku pêgirîya pîvanan bikin ji bo kêmkirina hejmara miriîyan.

Wî got ku hikûmet plan dike alîkarîyên darayî ji 30 milyon hejarên welêt re ji bo 4 mehan dabîn bike.

XS
SM
MD
LG