Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran ji ber Êrîşa Dijî Perestgehekê Cezayê Sêdarekirinê Dide Du Kesan


Wêneya Êrîşa Şah Cheragh li bajarê Şîrazê(Arşîf)
Wêneya Êrîşa Şah Cheragh li bajarê Şîrazê(Arşîf)

Ajansa fermî ya nûçeyan IRNA îro Şemiyê ragihand ku dadgeheke Îranî cezayê sêdarekirinê li ser du kesan da, ji ber ku êrîş kirbûn mezargeheke Şîa li Îranê ku di meha Cotmehê de 15 kes kuştin û ji aliyê rêxistina tundrê ya Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve hatibû îdîakirin.

Dozgerê parêzgeha Farsê Kazim Mûsewî got ku ew her du kes bi tawanên "belavkirina gendeliyê li ser erdê" û kiryarên li dijî ewlehiya neteweyî hatine twanbarkirin , IRNA ragihand û got ku ew siza dikarin bên redkirin.

Dîmenên CCTV yên ku li ser televîzyona dewletê hatin weşandin nîşan didin, ku êrîşkar derbasî perestgeha navdar a Şah Cheragh li bajarê Şîrazê li başûrê welat û tifinga xwe di çenteyekê de veşartibû û gulebaran kir dema ku xelkê hewl didan birevin û di korîdoran xwe vêşêrin.

Çekdarê ku welatiyê Tacikistanê ye, piştre ji ber birîndarbuna wî di demê êrîşê de, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Du kesên ku cezayê sêdarekirinê liser hatiye dan, di dema dadgehê de got ku wan bi Dewleta Îslamî(DAIŞ) re li Afganîstanê têkilî hebûn û alîkarîya rêkxistinê êrîşê kirin, medyaya Îranî ragihand.

Dozgerî got, sê zilamên din di dozê de sizayê zîndankirinê ji 5 salan heta 25 salan li ser hate dan.

DAIŞ ku demekê gefeke ewlehî bû li seranserê Rojhilata Navîn, îdiaya heye ku di berê de êrişên tundûtûji li Îranê kirîne, di nav de du êrîşên kujer di sala 2017an de ku parleman û gora damezrînerê Komara Îslamî, Ayetullah Ruhollah Xumeynî kirin armanc.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG