Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Sê Kesên Din Darve Dike û Pêla Darvekirinê Didome

Medyaya Îranê darvekirina sê kesên din ên ku di xwepêşandanên dawî yên welêt de li Meşhedê bi tohmeta "hevkarîya bi Mosad û dijminên Komara Îslamî re hatine girtin," radigihîne.

Ajansa nûçeyan a Tasnim a girêdayî Spaya Pasdaran navên hersê kesan wekî Mehdî Resûlî, Mihemed Reza Mîrî û Îbrahîm Dewlet Abadî eşkere kir, ku hemû di xwepêşandanên meha Çile de hatine girtin.

Ji destpêka şerê dawî ve, herî kêm 30 girtî ji alîyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmetên ewlehîyê hatine darvekirin.

Pêleke nû ya darvekirina li Îranê hatîye destpêkirin, rêxistinên mafên mirovan wekî beşek ji hewldana hikûmetê ya ji bo peydakirina tirs û çavtirsandinê ji bo pêşîgirtina li vejîna xwepêşandanan bi nav dikin.

Ji hejî gotinê ye ku Mîhrab Ebdullazade, ciwanekî Kurd ê 27 salî ku di xwepêşandanên tevgera Jin, Jiyan, Azadî de hatibû girtin, roja Yekşemê ji alîyê rejîma Îranê ve hat darvekirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG