Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Îranê Du Kes bi Tawana Sîxurîyê Darve Kirine

Darvekirin li Îranê
Darvekirin li Îranê

Reuters li gor medya fermî ya Îranê radigihîne ku desthilatdarên Îranê du welatîyan bi navên Omîd Behzad û Pûrya Sefwat bi tawana sîxurîyê û hevkarîya bi Îsraîl re darve kirine.

Li gorî Ajansa Mizan, herdu kesên ku hatine sêdaredan, "bi şandina alîkarîyan, wêneyan û agahîyên cihên leşkerî û ewlehîyê ji bo Îsraîl di şerê sala borî û pevçûnên dawî de" hatibûn tawanbarkirin.

Ev biryar di demekê de hate bicîhanîn ku Îran bi zêdekirina darvekirinanên têkildarî sûcên ewlehîya neteweyî ji alîyê civaka navnetewî ve, bi tundî tê rexenkirin.

Di heman demê de, rêxistina mafên mirovan, Human Rights Watch di raporta xwe ya 24ê Tîrmehê de got ku di çar mehên dawî de herî kêm 50 kes li Îranê bi tawanên têkildarî ewlehîya neteweyî hatine darvekirin, di nav wan de jî gelek ciwan hene.

This item is part of
XS
SM
MD
LG