Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dest bi Dewlemendkirina Uranyumê Dike


Kargeha navokî ya Fordo ya li bin erdê. Qum, Îran
Kargeha navokî ya Fordo ya li bin erdê. Qum, Îran

Dîplomatên li Vîyanayê dibêjin, Îranê dest bi dewlemendkirina uranyumê kirîye. Dîplomatên navokî dibêjin, ev madde li kargehekê dikare bi hesanî jibo çêkirina bombeya navokî were kar anîn.

Dîplomatên nêzîkî Ajansa Enerjîya Navokî ya Navnetewî îro Duşemê dibêjin, Îran li kargeha navokî ya Fordo ya nêzîkî bajarê Qum, zelalkirina uranyumê dike.

Raporta dawî, xem û fikarên navnetewî zêde dike ku Îran programa çekên navokî pêşve dibe. Lê, Îran dibêje bernameya wê jibo armancên aştîyanê ye û jibo hilbêrîna elektrîkê û materyalên saxlamîyê ye.

Amerîka û hevalbendê wê Îsraîl hîn jî hîzra operasyoneke leşkerî ya dijî bernameya navokî ya Îranê dikin, bu gumana ku Îran dikare çekên navokî hilbêrîne. Îsraîl, Îraneke bi çekên navokî ji hebûna xwe re gefeke mezin dibîne.

XS
SM
MD
LG