Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: Me Êrîşên Dronên Îranê Pûç Kirin

Arşîv: Dûmana drona Îranê piştî ku li esmanê Behreyn li  Mename hat pûçkirin.
Arşîv: Dûmana drona Îranê piştî ku li esmanê Behreyn li Mename hat pûçkirin.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên Amerîkayê hejmareke dronên Îranê li derdora Tengava Hormuzê pûç kirin.

CENTCOM'ê li ser platforma X'ê got: "Dronên Îranê yên yekarasteyî yên şandibûn da ku keştîyên bazirganî yên ku di Tengava Hormuzê re derbas dibin armanc bikin, her hemî ji alîyê hêzên me ve hatin pûçkirin."

CENTCOM'ê eşkere kir ku hêzên Amerîkayê hemû ew dron berî ku bigihêjin armancên xwe xistin bin kontrolê û hilweşandin.

Heta niha ti raportên derbarê zirarê an jî êrîşeke serkeftî li dijî keştîyên bazirganî nehatiye ragihandin.

Her çend ev hewildana êrîşê bûye sedema zêdebûna girjîyan li herêmê, lê rêka bazirganîya navneteweyî ya di Tengava Hormuzê re derbaz dibe vekirî maye û tevgera keştîyan bê astengî berdewam dike.

Dema ku behsa gihiştina rêkefetinekê di navbera Amerîkayê û Îranê de tê kirin ku ew gihaye qonaxa xwe ya dawî, Îran dîsa girjîyan zêde dike û êrîşên mûşek û dronan ser avên herêmê û hin welatên Kendavê yên cîran didomîne.

Tengava Hormuzê yek ji girîngtirîn rêyên veguhestina enerjî û bazirganîyê yên cîhanê tê hejmartin. Karûbarên veguhestinê li herêmê di dema niha de bi awayekî asayî didomin û korîdora bazirganîya navneteweyî ji bo derbasbûnê vekirî dimîne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG