Medya Sûrî û Îranê ragihand ku balyozxaneya Îranê li paytexta Sûrîyê, Şamê îro Duşemê di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de hat hilweşandin.
Jêderekî ewlekarî yê Lubnanî ji Reutersê re got ku yek ji kesên kuştî Mihemed Riza Zahedî ye fermandarê payebilind yê Nobedarên Şoreşa Îranê (Pasdaran) e.
Televîzyona dewleta Îranê jî ragihand ku di êrîşê de jimareke dîplomatên Îranê hatine kuştin.
Reutersê dîyar kir ku wezîrên karê hindur û derve yên Sûrîyê jî çûne cîhê bûyerê ku rewşa heyî bibnin.
Îsraîl, ku di şerê şeş mehan ya li Gazayê de gelek caran li armancên Îranê dixe, wek her care, vê care ti şîrove nekir.
Ajansa nûçeyan ya Tasnim ya Îranî jî ragihand ku di êrîşa Îsraîlê de 5 kes hatine kuştin. Ajansa nûçeyan a dewleta Sûrîyê SANA jî got ku di encama êrîşê de jimareke kuştî û birîndar hene.
Îsraîlê, ji êrîşa Hamasê ya bi piştgirîya Îranê ya 7ê Cotmehê vir ve êrîşên xwe yên esmanî li hindurê Sûrîyê, li dijî Hizbullaha Lubnanî û Pasdarên Îranê zêde kirine, ku her du jî piştgirîya hikûmeta Serokê Sûrî Beşar Esad dikin.