Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Başûrê Îranê Erdhejek bi Leza 5.5'an Qewimî


Dîmeneke piştî erdheja gundê Saye Xoş ya girêdayê eyaleta Hurmuzganê ku 1000 km li başûrê Tehran ta paytexta Îranê, 2 Tîrmeh,2022.
Dîmeneke piştî erdheja gundê Saye Xoş ya girêdayê eyaleta Hurmuzganê ku 1000 km li başûrê Tehran ta paytexta Îranê, 2 Tîrmeh,2022.

Navenda Erdhejê ya Ewrupa- Derya Sipî yan European-Mediterranean Seismological Center (EMSC) ragihand ku îro Duşemê li başûrê Îranê erdhejeke bi leza 5.5 pêk hatiye.

EMSC dîyar kir ku erdhej 14 kîlomêtre di binê erdê da çêbûye.

Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê jî eşkere kir ku navenda erdhejê bajarê Fîn yê li eyaleta Hurmuzganê ye û erdhej li gor saeta herêmî di 13.44ê da rû daye.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku tîmên rizgarkirinê ji herêmê re hatine şandin.

Lê, karbidestên Îranê heta niha di derbarê kuştî û ziyanan de ti agahîyên fermi eşkere nekirine.

Li Îranê di van salên dawî de gelek erdhejên wêranker pêk tên jiber ku xetên herî mezin yên jeolojîkî li ser axa Îranê derbaz dibin.

Xetên herî mezin ên jeolojîkî li ser Îranê derbaz dibin, ku di van salên dawî de rastî gelek erdhejên wêranker hat.

XS
SM
MD
LG