Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Gêncekî Din ê Siyasî Darve Kir

Dezgeha Dadwerî ya Îranê roja Sêşemê ragihand ku welatîyekî din bi tawana sîxurîya ji bo Îsraîlê hatiye darvekirin.

Li gor ajansa nûçeyan a Mîzanê ku ser bi dadwerîya Îranê ve ye, kesê darvekirî Xulamreza Xanî Şekrab e. Ajans idî'a dike ew ku serokê toreke sîxurîyê ya Îsraîlê bûye.

Mîzan dibêje ku ew "serokê tora operasyona Mosadê, di peydakirina mirovan, pêkanîna operasyonan, şewitandina milkên giştî, amadekirina bombeyan û şandina agahîyan de, beşdar bûye."

Di heman demê de, ajansa nûçeyan a Fars ragihand ku Xanî Şekrab li derveyî welêt bû û di "operasyoneke aloz" de bo Îranê hatiye veguhestin.

Rêxistina Mafên Mirovan Hangaw ragihand ku Xulamreza Xanî Şekrab berî girtina xwe li Tirkîyê dijîya û par di dema sefereke xwe ya bo Îraqê de (ji bo serdana xizmên xwe) ji hêla hêzên Îranî ve hatibû revandin.

Piştî çend mehên lêpirsîn û girtina di hucreya yek kesî de, Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi tawana sîxurî û hevkarîya bi Îsraîlê re cezayê darvekirinê lê birî.

Di mehên dawî de, dadwerîya Îranê rojane xwepêşanderan bi tawana hevkarîya bi Amerîka û Îsraîlê re darve dike.

Hin rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku rejîma Îranê cezayên giran dide da ku tirsê belav bike da ku rê li geşbûna xwepêşandanan bigire.

This item is part of
XS
SM
MD
LG