Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Renge ew Hevrêziya li dor Rêkeftina Navokî Careke Din Bide Ber Çavan


Serokê Parlemana Îranî Elî Larîjanî got dê Îran pêdaçûnê di hevrêziya xwe ya li gel Ajansa Navnetewî ya Wizeya Etomî de bike, eger rastî fişarê bibe, piştî ku hêzên Yekîtiya Ewrupî mîkanîzmeke cihê nakokoiyê li dor rêkeftina navokî ya sala 2015an derxist pêş.

Tilfizyona dewletê ji ser zimanê Larîjanî ragihand ku dibêje,”Em bi awakî vekirî radighînin, eger hêzên Ewrupî, ji bo her sedemekê, bi awakî ne dadmend wê mîkanîzmê bikar bînin, em dê bi rastî hevrêziya xwe ya li gel Ajansa Navnetewî ya Wizeya Etomî careke din bidin ber çavan.”

Frensa, Brîtanya û Almanya mîkanîzma nû pêşniyar kir, piştî ku Tehranê bi bedewamî xwe ji rêpkeftinê dûr xist, wek bersiv ji cezayên Amerîkî re.

Hefteya borî Tehranê ragihand ku ew dê dest ji pêgiriyên rêkeftinê berde li dor sînorên pêtandina Yûranyomê, lê dê berdewam be di hevrêziya li gel Neteweyên Yekgirtî de.

Hersê welatên Ewrupî got ew hîn dixwazin rêkeftin bi ser keve û ew tevlî Amerîka nabin di danîna fişarê de li ser Îranê.

XS
SM
MD
LG