Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Ewê Bersîva Toleyên Yekîtîya Ewrupa Bide 


Îranê îro Sêşemê toleyên nû yên Yekîtîya Ewrupa (YE) û Brîtanya bi tundî şermezar kirin û soza bersîvdanê da.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî dîyar kir ku ewê bersîvê Tehran di demeke nêz de ragihîne.

YE tole dijî zêdetir ji 30 karbidest û rêxistinên Îranî ragihnadine ku di nav wan de Pasdarên Şoreşê jî hene.

Pasdarên Şoreşê bi tepeserkirinên hovane yên li ser protestoyan û binpêkirinên din yên mafên mirovan têne tawanbar kirin.

Amerîka û Brîtanya dijî Îranê toleyên nû ragihandine ku ev yek nîşan dide ku peywendîyên Rojava yên xirab yên bi Tehranê re ji berê xirabtir bûne.

Ew tole, ji welatên Rojava cezayên dawî ne ku ser zextên li protestoyên li seranserê Îranê hatine ragihandin.

Pêla protestoyên li Îranê sala borî piştî Jîna Emînî di derdestîyê hat kuştin destpê kir.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG