Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Asta Hinartina Niftê Kêm Nabe Eger Ewrupa Rêkeftinê Biparêze


Wezîrê Niftê yê Îranî Bijan Zengene
Wezîrê Niftê yê Îranî Bijan Zengene

Wezîrê Niftê yê Îranî Bijan Zengeneîro Şemiyê got biryara Serokê Amerîka ya derketina ji rêkeftina navokî dê bandorê nede ser hinartina nifta Tehranê eger Yekîtiya Ewrupî rekeftinê biparêze.

Piştî kombûneka li gel berpirsê wizeya Yekîtiya Ewrupî Miguel Arias Canete, Zengene ji peyamnêran re got:

“Ez bawerim eger Ewrupî alîkariya me bikin… dê asta hinartina nifta Îranê neyê guhertin.”

Piştî biryara Trump a roja 8ê vê mehê, xezîneya Amerîkî got dê Waşinton hin cezayên berferh bide ser Îranê piştî bidawîhatina dema destnîşankirî ku di navbera 90 û 180 rojî de bidawî tê.

Ew ceza dê herwiha kerta niftê û danûstandinên banka Îranê ya navendî vehewînin.

Yekîtiya ewrupî dixwaze rêkeftinê biparêze û li wî wek faktereka girînga ewlekariya navnetewî temaşe dike.

XS
SM
MD
LG