Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê li Bajarê Kerecê Girtîyekî din Sêdare Kir

People stage a protest against the recent execution by Iran
People stage a protest against the recent execution by Iran

Li Îranê îro roja Yekşemê Şehram Sadiqî, yê ku di dema xwepêşandanên meha yekê ya îsal de hatibû girtin, piştî ku ji alîyê dadgeheke Îranî ve bi îdîaya ajotina otomobîlê ser endamên polîsan li bajarê Kereçê hatibû tawanbarkirin, hate darvekirin.

Li gor ajansa Reutersê, Dadgeha Şoreşê ya Kereçê cezayê darvekirinê da Sadiqî û dest danî ser mal û milkên wî, bi tawana "encamdana çalakîyên meydanî ji bo Îsraîl, Amerîkayê û komên dijmin li gor yasaya tund a sîxurîyê li Îranê."

Dadgeha Îranî got ku Sadiqî êvarê 8'ê meha yek bi otomobîla xwe li nêzî meydana Gulzar a bajarê Kereçê, li rojavayê Tehranê, bi lez ajot ser komeke polîsan û heft ji wan birîndar bûn.

Dadgeha Bilind a Îranî biryar pesend kir û desthilata dadwerî ragihand ku fermana darvekirin danê sibê ya îro Yekşemê 16'ê Tebaxê hat cîbicîkirin.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Vollker Turk hefteya borî got ku rayedarên Îranê cezayê darvekirinê di çarçoveya siyaseta belavkirina tirsê di civakê de bikar tînin.

Li gorî daxuyanîyên NY, ji 19'ê Adarê ve 56 kes bi tawana têkdana ewlehîya neteweyî hatine darvekirin, di nav wan de 27 kes girêdayî dosyayên xwepêşandanên destpêka salê ne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG