Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdek û Tirkek li Îranê Hatin Bidarvekirin

 Yaqûb Kerîmpûr (çep) û Nasir Bekirzade (rast) îro Şemîyê ji alîyê rejîma Îranê ve hate sêdarekirin.
Yaqûb Kerîmpûr (çep) û Nasir Bekirzade (rast) îro Şemîyê ji alîyê rejîma Îranê ve hate sêdarekirin.

Dezgeha dadwerîya Îranê îro Şemîyê ragihand ku du kes, girtîyekî siyasî yê Kurd bi navê Nasir Bekirrzade û mêrekî Tirk bi navê Yaqûb Kerîmpûr, bi tawana "sîxurî ji bo Îsraîlê" hatin bidarvekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hangaw ragihand ku her du kes roja Şemîyê sibehê li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê hatin bidarvekirin.

Bekirzade yê 26 salî, ji Urmiyê, bi tawana "sîxurî ji bo Îsraîlê" cezayê darvekirinê lê hat birîn. Li gor rêxistinên mafên mirovan, ev ceza bi darizandineke bilez hate dayîn ku tenê deh rojan dirêj kir û di bin êşkenceyê de mikurhatin hate wergirtin.

Berkirzade cara yekem di Tîrmeha 2023'an de li Urmiyê hate girtin û çend hefte şûnda hate berdan. Paşê dîsa hate girtin û di Tebaxa 2024'an de ji alîyê Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê ve bi tawana "sîxurî ji bo Îsraîlê" cezayê darvekirinê lê hate birîn.

Kerîmpûrê 43 salî ji bajarê Miyandabê ye û bawermendê ola Yarsan e. Ew di dema şerê 12 rojî yê Îran û Îsraîlê de li Hezîrana borî hate girtin. Şaxê yekem ê Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê bi tawana "belavkirina gendelîyê li ser erdê" û "sîxurî ji bo Îsraîlê" cezayê darvekirinê lê birî. Hêzên ewlekarîyê hevjîna wî, Sabura Lotfî, girtin da ku givaştinê li wî bikin ku li sûcê xwe mikur were.

Ji destpêka şerê vê dawîyê ve, dadwerîya rejîma Îranê bi tevahî 25 girtîyên ku endamên komên dijî hikûmetê bûn û di dema xwepêşandanan de hatibûn girtin, an jî bi "sîxurî" hatibûn tawanbarkirin, bidarvekirine.

Serokê Amerîkayê Donald Trump berê bi tundî rexne li rejîma Îranê ji ber bidarvekirinên li Îranê kiribû.

This item is part of
XS
SM
MD
LG