Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Xwepêşanderekî Girtî Sêdare Dide

Dezgeha dadwerîya Îranê îro Şemîyê ragihand ku Îrfan Kiyanî, yek ji wan kesên ku berê di xwepêşandanên dijî hikûmetê de hatibûn girtin, hate bidarvekirin.

Kiyanî li bajarê Îsfehanê di dema xwepêşandanên dawîya 2025'an de hate girtin. Ew xwepêşandin ji ber enflasyon û bilindbûna nirxên buhayan destpê kiribûn. Kiyanî paşê bi tawan sîxûrîyê hate sûcdarkirin.

Evîn Mistefazade, berdevka rêxistina Kurdpa, ji Beşê Kurdî yê Dengê Amerîka re got: "Di 40 rojên borî de, Îranê 19 girtîyên siyasî bidarve kirin, neh ji wan beşdarî xwepêşandanan bûbûn."

Derbarê leza pêkanîna darvekirinan, Mistafzade got: "Pêvajoya darizandinê di navbera du û çar mehan de bû, ku ev jî fikarên li ser leza darvekirinê zêde dikin."

Mistefazade destnîşan kir ku rejîma Îranê ji roja Çarşemê ve her roj kesekî sêdare dide û nîgeranîya xwe li ser berdewamîya vê yek nîşan da.

"Şêwazê ku di reftara Komara Îslamî ya van çend salên dawî de tê dîtin ew e ku her ku rejîm dest bi danûstandinan li ser asta navnetewî dike, ew hejmara darvekirinan li ser asta navxweyî zêde dike ji bo ku kontrola xwe li ser civakê xurt bike," wê got.

Serokê Amerîka Donald Trump gelek caran gef li Komara Îslamî xwarine ku darvekirina welatîyên xwe rawestîne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG