Dezgeha dadwerîya Îranê îro Çarşemê got ku wwê mêrek bi navê Îhsan Efreşte sêdare kirîye. Îranê ragihand ku wî kesî alîkarîya Mosada Îsraîlî kirîye û ji bo wan sîxurî kirîye.
Ajansa nûçeyan a Mîzan, ku girêdayî dadwerîya Îranê ye, dibêje Efreşte li Tirkîyê ji alîyê efserên Mosadê ve hatîye perwerdekirin û di dema geşteke xwe ya Nepalê de jî rasterast perwerde ditîye.
Rejîma Îranê got piştî ku Efreşte vegerîyaye Îran, wekî pisporê elektronîkî di kompanîyeke leşkerî de kar kirîye û agahîyên li ser karkerên wir daye Îsraîlê.
Li gor rêxistinên mafên mirovan, Efreşte yê ku 32 salî, bi dizî li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hat bidavekirin. Ew dibêjin desthilatdaran destûr neda Efreşte ku berî mirina xwe malbata xwe bibîne.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê dibêje Efreşte di sala 2024'an de li Tirkîyê mabû û bi soza ku hikûmet tiştek pê nake vegerîya Îranê. Lê gava çş, ew yekser hate girtin. Rejîmê pênc mehan di odeya tenê de êşkence lê kir û paşê ew şand girtîgeha Evînê ya Tehranê, li gor Hengawê.
Rêxistinê herwiha got ku gava ew girtî bû, desthilatdaran gef li Efreşte kirin ku dê wêneyên wî yên taybet belav bikin û bêjin ew terorîst e. Ew neçar kirin ku li pêşîya kamerayê li tawanên xwe mikur bê.
Rêxistinên mafên mirovan dibêjin di tevahîya dadgehkirinê de rejîmê destûr neda ku Efreşte parêzerê xwe bi xwe hilbijêre.
Li gor çavkanîyên mafên mirovan, ji dema ku operasyona leşkerî ya Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê destpê kirîye, rejîma Îranê herî kêm 32 welatîyên xwe sêdare kirine. Îranê ev kes bi tawana ku beşdarî xwepêşandanan bûne, li dijî rejîmê rawestîyane, an jî ji bo dijmin sîxurî kirine, kuştine.