Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hengaw: Di Gulanê de 17 Girtîyên Kurd li Îranê Hatin Darvekirin

Rêxistina Mafên Mirov Hengaw îro Pêncşemê ragihand ku di Gulana 2026'an de, 80 girtî di zindanên Îranê de hatine bidarvekirin, di nav wan de 17 Kurd bûn.

Ji wan 80 kesên hatine sêdaredan, rejîma Îranê tenê navên 15 kesan eşkere kirin. Herwiha, herî kêm 19 girtî bi dizî hatin sêdaredan, bêyî agahîya malbatên wan û bêyî hevdîtina dawî.

Li gor Hengawê, 4 ji wan Kurdên hatin bidarvekirin girtîyên siyasî bûn. Yek ji wan Nasir Bekirzade yê 26 salî bû. Ew bi tawanbarîya sîxurîya ji bo Îsraîlê li girtîgeha Urmîyê hat sêdaredan. Rojek piştî wî, Mîhrab Ebdulahzade li heman girtîgehê hat sêdaredan. Ew di xwepêşandanên "Jin, Jiyan, Azadî" de hatibû girtin.

Herwiha Ramîn Zile û Kerîm Me'refpûr, du girtîyên siyasî yên Kurd û xelkê Nexedeyê bûn, ku li girtîgeha Nexedeyê hatin sêdaredan. Li gor raporta Hengawê, ev herdu girtî bi tawanbarîya endamtîya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê hatibûn sêdaredan.

Hengawê herwiha da zanîn ku du girtîyên ku di Nîsanê de hatibûn sêdaredan, navên wan cara yekem Gulanê hatin eşkere kirin.

Di nav komên neteweyî yên hatine sêdaredan de, herî zêde Faris 32.5% û piştre Kurd 21% hene. Girtîyên din ên hatine sêdaredan ji gelên Belûç, Tirk, Lor, Îraqî û Afganî bûn.

Li gor raportan, li rejîma Îranê sêdaredan bi awayekî berfireh berdewam dike. Tevî agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de, sêdaredankirina veşartî, sêdaredankirina welatîyên biyanî û zextên li ser xelkê Îranê hîn jî wekî pirsgirêkên herî mezin li pêşîya rêxistinên mafên mirovan dimînin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG