Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê Du Xwepêşanderên Dijî Hikûmetê Darve Kirin

Dîmeneke ku darvekirinên li Îranê temsîl dike
Dîmeneke ku darvekirinên li Îranê temsîl dike

Rexistanê mafên mirovan Hengaw îro Yekşemê ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê 2 kesên ku di doza bi navê "Meydana Elîxanî" de cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn, darve kirine.

Hengawê di daxuyanîyekî de nasnameyên 2 kesên hatine darvekirin wek Erfan Esfandîyarî yê 19 salî û Gul Mihemed Mihemedî yê 23 salî yê ku welatîyê Afganistanê bû, ragihand.

Rexistinê got ku Esfendîyarî û Mihemedî li Girtîgeha Destgerd ya Esfehanê di demjimêrên serê sibê yên Yekşemê 19'ê Tîrmeha 2026’an de bi dizî hatine darvekirin.

Rojekê berê, Hengawê hişyarî dabû ku 30 girtîyên siyasî, ku di nav wan de 12 girtîyên ku di doza Meydana Elîxanî de cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn bo Esfehanê hatine veguhastin.

Ajansa Nûçeyan ya Mîzanê ku girêdayî dadwerîya Îranê ye jî ragihand ku Esfendîyarî û Mihemedî îro Yekşemê hatine darvekirin, bi îdîaya têkildarî xwepêşandanên dijî hikûmetê yên ku di Rêbendana 2026’an de ku mehek berê ji ber rewşa aborî dest pê kiribûn.

Ajansê bêyî ku temenê wan eşkere bike, got ku her du zilam bi tawanên "girêdana 4 polîsan bi têlan bi tabelayeke rê, birîndarkirina wan bi keviran, rijandina benzînê li ser wan û şewitandina wan" sûcdar hatin dîtin.

Dawerîya Îranê herwiha îdîa kir ku darvekirin "piştî pêvajoyeke qanûnî ya guncaw û bi hebûna parêzerên bersûcan" hatine kirin.

Lê, rêxistinên mafên mirovan bi berdewamî van îdîayana red dikin û ew pêvajoyên kurtkirî yên ku tenê ji sê rûniştinên dadgehê pêk tên û astengikirina bi tevahî gihîştina parêzerên serbixwe ya bersûcan bi tundî rexne dikin.

Hengawê di daxuyanîya îro de hişyarî da ku jiyana 10 bersûcên ciwan yên jiber heman dozê girtî ne, di xeterîyeke mezin de ye û ew di bin şertên awarte de li Girtîgeha Destgerd di hucreya yekkesî de dimînin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG