Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nîgeranî li ser Darvekirina Pênc Xwepêşanderên Îranî Heye

Agahîyên ku gihîştine Dengê Amerîka diyar dikin ku pênc girtîyên ku cezayê darvekirinê li wan hatîye birîn, ji beşê giştî yê girtîgeha Qezel Hesar bo cihekî nediyar hatine veguhestin.

Ev agahî, ku ji alîyê malbata yek ji xwepêşanderên ku cezayê darvekirinê jê re hatîye birîn ligel Dengê Amerîka hatine parvekirin, nîşan didin ku dozên pênc girtîyan, Mihemed Emîn Biglarî, Şahîn Vaheparast Klor, Abulfazl Salehî Siavashani, Amir Hûsên Hatimî û Elî Fehîm, vê dawîyê ji bo beşê darvekirinê hatine veguhestin.

Ev kes ji alîyê beşê 15mîn ê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ya bi serokatîya Dadwer Ebû el-Qasin Salawatî, li ser îdiaya guneha şewitandina baregeheke Besîcê hatine cezakirin.

Roja Duşemê, rejîma Îranê du welatîyên din, Ekber Daneşvarkar û Mihemed Taqawî Sangdehî, bi guneha têkilîyên ligel rêxistina Mucahîdên Xelq a Îranê darvekirin.

Herwiha, Mehdî Qasimi, salih Mihemedî û Seîd Dawûdî, ku di nav wan kesên ku di xwepêşandanên Çile yê de hatibûn girtin, Pêncşema borî li Qumê hatin darvekirin.

Cîgirê Yekem yê Serokê Dadwerîya Rejîma Îranê Hemze Xelîlî, di 23'ê Adarê de ragihand ku derbarê dozên kesên ku di xwepêşandanên Çileya sala 2025'an de hatine girtin “Biryareke dawî hatîye dayîn û ew tê bicihanîn.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump destpka vê mehê bi tundî rexne li rejîma Îranê girt ji ber darvekirina çend xwepêşanderan û rêberên rejîmê wekî "çete" binav kir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG