Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hakimê Berê Yê Banka Navendî Ya Îranê Bi 10 Sal Zindan Tê Cezakirin


Valiollah Seif

Hakimê berê yê Banka Navendî ya Îranê, Valiollah Seif îro Şemiyê bi deh sal zindan hate cezakirin li dor tawanên gendeliyê û rêvebirina xirab ya bi milyonan dolar, li gor dozgeriya welêt.

Peyvdarekî dozgeriya Îranê ji medya dewletê re got ku Seif û du cîgirên wî yên ku ew jî hatine cezakirin, bi gunehê “tevlîhevkirina bazara veguhestina biyanî, keşûhewaya aborî û rêvebirina xirab” hatine dîtin.

Televizyona dewletê got Seif û cigirekî wî, Ahmad Araghçî, ku ew jî bi 8 sal zindan hatiye cezakirin, wan şert û mercên ne yasayî dabîn kiribûn ji bo rêvebirina xirab ya dora 160 milyon dolar û 20 milyon euro.

Cîgirê din, Salar Aghaxanî jî bi 13 sal zindan hate cezakirin.

Seif ji salên 2013an ta 2018an serkirdayetiya banka navendî kiribû, di dema rêveberiya serok Hesen Rûhanî de.

Di sala 2018an de wezareta xezîneya Amerîka ceza dan ser Seif li dor rola wî di veguhestina bi milyonan dolar de bo grûpa Libnanî Hizbullah ku Îran piştgiriya wê dike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG