Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encûmena Hevkarîya Kendavê: Êrîşên Îranê Rê li ber Diyalogê Digirin

Encûmena Wezîrên Encûmena Hevkarîya Kendavê (GCC) îro Çarşemê bi zimanekî tund êrîşên Îranê li ser Behreyn, Kuweyt û Urdunê şermezar kirin.

GCC êrîşên Îranê wekî "kiryarek êrîşkar a eşkere" li dijî serwerîya dewletan, ewlehîya gelên wan û yekparçeya axa wan binav kirin.

Wê herwiha got ku ev êrîş binpêkirineke qanûna navneteweyî, Peymana Neteweyên Yekbûyî û prensîbên têkilîyên cîrantîya baş in.

Di dawiya civîna xwe ya li paytexta Behreynê, Manama, GCC Îran "bi tevahî berpirsyara van kiryaran û bandorên wan ên giran li ser ewlekarîya herêmî, keştîvanîya navneteweyî û dabînkirina enerjîyê" dît.

Encûmenê herwiha daxwaza rawestandina bilez a van êrîşan û bidawîanîna her armancgirtina welatên Kendavê, berjewendîyên wan û welatîyên wan kir.

GCC herwiha bang li Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku berpirsyarîyên xwe bi şermezarkirina vê êrîşkarîyê û lêpirsîna sûcdaran bigirin.

GCC civîna xwe di demekê de pêk anî ku Behreyn, Kuweyt û Urdunê rastî êrîşên Îranî ên cuda hatin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG