Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji ber Alozîyên di Navbera Amerîka û Îranê de Bazarên Kendavê Daketin

MIDEAST-STOCKS/GULF
MIDEAST-STOCKS/GULF

Îro Yekşemê, piranîya borsayên li herêma Kendavê daketin, ji ber zêdebûna êrîşên dualî yên li herêmê di navbera Amerîkayê û Îranê de.

Li gor ajansa Reuters ev yek bû sedema zêdebûna metirsîyan li ser enflasyonê û xurtkirina pêşbînîyên derbarê bilindkirineke mezintir a rêjeya faîzê ji alîyê Amerîkayê ve.

Amerîka ragihand ku wan ji bo şeva heştemîn li pey hev êrîşên esmanî birine ser Îranê, piştî ku berê hatibû ragihandin ku du serbazên Amerîkî li Urdunê hatin kuştin û yekî din jî winda bûye, li pey êrîşeke Îranê.

Artêşa Kuweytê, ku roja Şemîyê rûbirûyî êrîşên berdewam ên Îranê bibû, ragihand ku wan îro Yekşemê rê li ber hejmareke zêdetir a mûşek û dronan girtiye ku ji alîyê Îranê ve hatibûn avêtin. Her wiha televizyona fermî ya Behreynê ragihand ku sîstema berevanîya esmanî di heman rojê de rûbirûyî êrîşeke Îranê bûye.

Li Qeterê, piştî ku pişka Banka Neteweyî ya Qeterê (QNB) ku ji alîyê milk û darayî ve banka herî mezin a Kendavê ye, bi rêjeya 3% daket, wek bandor li ser vê yekê nîşandeka borsayê 1.5% daket. Her wiha pişka Kompanyaya Veguhastina Gazê ya Qeterê (Naqîlat) jî bi rêjeya 2% daket.

Li Erebistana Siûdî jî, nîşandeka borsayê bazara kirîn û firotinê bi guherînek biçûk bi dawî kir, di heman demê de pişka kompanyaya Aramco bi rêjeya 0.6 % bilind bû.

This item is part of
XS
SM
MD
LG